Salvegera 1. a şehadeta Dilovan Gever

Navenda ragihandina YPJ’ê bi boneya salvegera şehadeta nûçegihan Dilovan Gever daxuyaniyek nivîkî weşand û diyar kir ku wekî Dilovan, Mihemed, Sead, wekî şopdarên Gurbetellî, Dilîşan û Denîz Firat em soz didin ku wê pênûsa wan tu carî li erdê nemîne.

Bi boneya salvegera şehadeta nûçegihan Dilovan Gever, navenda ragirhandina YPJ’ê daxuyaniyek nivîkî weşand û diyar kir ku ew ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

YPJ’ê got:

Di salvegera şehîdbûna hevrê Dilovan Gever û şehîdên ragihandinê hevrê Vedat Erdemcî, Mihemed Reşo û Seed Ehmed bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin.

Dilovan di 9 Cotmehê de berê xwe da Girê Sipî û hewl da berxwedana şervan û gelê herêmê, asta hovîtiya dewleta Tirk bi raya giştî re bi par ve bike.

YPJ: Şehîd Dilovan hemû dastanên lehengiyê belge kir

YPJ’ê destnîşan kir ku Dilovan Gever hemû dastanên lehengî, şer û berxwedana bi hezaran hevalên xwe yên şehîd belge kir.

YPJ’ê got:

Dilovan di sala 2014’an de li Kobanê tevlî nava refên YPJ’ê bû.

Wê baş dizanibû ku di nava welatekî bindest de, evîndariya axê ne hêsan e û bedel dixwaze.

Piştre di 2018’an de, Dilovan derbasî Navenda Ragirhandina YPJ’ê bû.

YPJ’ê anî ziman ku şehîd Dilovan Gever li Kobanê, Dêra Zorê û Girê Spî bû şahîda têkbirina DAIŞ’ê û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker.

Navenda Ragirhandina YPJ’ê di dawiyê de anî ziman ku:

Dilovan di kêliyên ku berê xwe dabû Girê Spî de, gotibû;

“Em ê dîrokê binivsînin! Dîrok”…

Dilovan Gever di 13 Cotmeha 2019’an de, dîroka berxwedana rûmetê nivîsand.

Em jî weke hevrê Dilovan, soz didin ku wê pênûsa wan ti carî li erdê nemîne û têkoşîna wan dewam bikin.

Back to top button