Şandeya Şengalê bi Şêwirmendê Heyder Abadî re civiya

Şandeya Şengalê bi Şêwirmendê Heyder Ebadî serokwezîrê Berê yê Iraqê Basim Al Ewadî re civiya.

Şandeya ku ji rûspî û nûnerên saziyên Şengalê pêk tê û piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de dijî Şengalê hatibû îmzekirin, duh ji bo rêzehevdîtinan çubû Bexdayê.

Şandeya duh çend hevdîtin pêk anîn, îro jî hevdîtinên şandeyê berdewam kirin, şande di çarçoveya hevdîtinan de bi Şêwirmendê Heyder Ebadî Serokwezîrê Berê yê Iraqê Basim Al Ewadî re civiya.

Civîn ji çapmeniyê re girtî pêkhat. Piştî civînê hate gotin hevdîtin erênî derbas bûye.

Back to top button