Li navçeya Mexmûrê a girêdayî Mûsilê di encama teqînekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xerbanî Qerac ê navçeya Mexmûrê îro danê sibê dama ku bav û 2 kurên xwe diçûn nava zeviyên xwe bombeyek bi wesayîta wan ve teqiya.
Di encamê de bav û herdu kurên xwe jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên Ewlehiya Mexmûrê ragihand ku ji ber heman teqînê kesek din ê di nava heman wesayîtê de bû bi giranî birîndar bû.
Derbarê bûyerê de lêkolînê hat destpê kirin.