”ENKS’ê sîstema perwerdehiya zimanê Kurdî qebûl nake”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Rohat Salih Xelîl bertek nîşanî helwesta ENKS’ê ya beramberî perwerdeya bi zimanê Kurdî da û ji televîzyona me re diyar kir ku ew li dijî guhertina sîstema perwerdeyê ne û mafê her netewekê heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

ENKS’ ya ku xwe weke welatparêz, xwediyê ziman û Kurdistanê dibîne, di hevdîtinên yekîtiyê de derket holê ku li dijî perwerdeya zimanê Kurdî ye.

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl ji televîzyona me re ragihand ku ENKS li şûna perwerdeya bi zimanê Kurdî, perwerdeya rejîma Baas dîsa dixwaze.

Derbarê mijarê de, Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Rohat Salih Xelîl ji televîzyona me Ronahî TV re axivî.

Rohat diyar kir ku nabe pergala perwerdeya Kurdî li vir were rakirin. Mafê her netewekê ye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibîne.

Girêdayê mijara biranşan, perwerde û civînên bi UNICEF’ê re jî, Rohat Salih Xelîl diyar kir ku ji bo naskirina perwerdeya Rêvberiya Xweser li asta cîhanî, ew hevdîtinên xwe didomînin.

Back to top button