Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser navçeya Eyn Îsayê meşek hat lidarxistin.
Di meşê de, êrîşên dewleta Tirk yên li ser navçeyê û herêmê hatin şermezar kirin û daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze ku demogirafiya herêmê bikuherîne û nuqteyên xwe yên leşkerî li herêmê ava bikin.
Her wiha ev yek ji aliyê şêniyan hate şermezar kirin û hate teqez kirin ku ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzên .
Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk hate silav kirin û soza şopandina şehîdan hat danîn.