Jinên Başûr: ENKS’ê dixwaze jin ji karên siyasî û rêxistinî were dûrxistin

Nûnerên rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê têkildarî helwesta ENKS’ê ya ji bo rakirina sîstema hevserokatiyê li Rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku aramanc ji vê, kêmkirina rola jinan û ferzkirina hişmendiya zilamsalariye.
Jinan da zanîn ku sîstema hevserokatiyê rêya herî baş e, divê jin ji bo hebûna wê têkoşîn bikin.

Di danûstandinên di navbera Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî PYNK’ê, rûyê rast yê ENKS’ê xuya kir.

Pergal ku di encama têkoşîna 40 salî hatiye afrandin, îro ENKS’ê daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê dike.

Nerazîbûnên li dijî helwesta ENKS’ê her ku diçe zêde dibin.

Nûnerên rêxistinên jinan û jinên siyasetmedar ên ji Başûrê Kurdistanê ji ROJ’NEWS re axivîn.

Endama Rêxistina Siruştî Kurdistan Tirîfe Ferîdun, diyar kir ku bi salane ew bi sîstema hevserokatiyê karên xwe dimeşînin.

Tirîfe got:

Sîstema hevserokatiyê sûdeke wê di hêla pêşxistina jinan de heye.

ENKS bi daxwaza rakirina sîstema hevserokatiyê dixwaze vîna jinan têk bibe.

Rêxistina Siruştî Kurdistan rêxistinek jîngeh parêze, di yekem kongereya xwe ya di sala 2015’an de sîstema hevserokatiyê erê kir û bi vê sîstemê tê birêvebirin.

Endama Desteya Rêveber a RJAK’ê Wijdar Nuredîn jî da zanîn ENKS partiyek kilasîkî ye, ji ber wê naxwazin jin tevli karên siyasî bibin.

Wijdan got,

Ev partî hemû karên giring bi mêran didin kirin û jinan bê rol dihêlin.

Li ser heman mijarê Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî da zanîn ev nêzîkatiyên ENKS’ê hewildaneke li dijî hebûna jinan e.

Tara Hisên got:

Astengiyên ENKS’ê yên ji bo sîstema hevserokatiyê, hewildaneke ji bo kuştina vîn û cewhera rasteqîn a jinan.

Divê jin ji bo hebûna sîstema hevserokatiyê têkoşîn bikin.

Back to top button