Zerîf: Em çeteyan li ser sînorê xwe qebûl nakin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku çete li Qerebaxê hene ew hebûna wan li sînorê xwe qebûl nakin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku li Qerebaxê dewleta tirk çete û paşmayên DAIŞ’ê anîna Qerebaxê.

Cewad Zerîf got:

“Em piştrastin ku dewleta tirk çete anine nêzê sînorê me. Îhtimala vê yekê jî heye ku Îsraîlî jî li wir hebin.

Em ê hebûna çeteyan li nêzî sînorê xwe qebûl nekin.”

Herî dawî duh Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR’ê destnîşan kir ku xebata veguhistina çeteyên Sûriyê berdewam e û hejmara çeteyên Sûrî yên ku derbasî Azrebeycanê bûna zêdetirî 2 hezar û 350 çete ne.

Back to top button