Wezîrê Hundir ê Wîfaqê ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî diçe Misirê

Wezîrê Hundir ê hikûmeta Wîfaqê Fethî Paşaxa ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên rewşa Lîbyayê, diçe Qahîreyê.

Li gorî agahiyan, serdana Paşaxa ji bo nîqaşkirina dosyaya çekdar û vekişandina çeteyan e.

Aliyên Lîbî jî piştî civînên Xedamisê, xwe ji bo gerên diyalogê amade dikin ku 9 vê mehê wê li Tûnisê der barê pêkanîna bendên agirbestê de bicivin.

Berî niha Misir nerîna xwe dabû ku divê tevgera çekdaran li Lîbyayê bê jihevxistin û çete jî bên derxistin.

Back to top button