Êrîşên dewleta Tirk li ser Babê di hefteya dawî de êrîş zêde bûn û rasterast sivîl tên armanckirin

Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye armanca topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Cebhet El-Ekrad li kêleka hev bersiva êrîşên dagirkeran didin. Şervanan diyar kir ku, di êrîşan de rasterast sivîl tên aramnckirin, lewam şênî di rewşeke metirsîdar de ne.

Artêşa Tirk a dagirker di herdu hefteyên dawî de, asta êrîşên xwe yên li dijî Babê bilind kirine.

Berî du rojan jî, careke gundên Qort Wêran û Kor Heyok topbaran kirin û gelek top li herdu gundên tijî sivîl ketin.

Li van gundan, mezintirîn baregehên Rûsyayê heye, tevî vê yekê tenê Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşên dagirkeriyê dide.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Babê ya li Qort Wêranê Elî El-Yûsif anî ziman ku malên sivîlan rasterast tên armanckirin.

Elî El-Yusif destnîşan kir ku hêzên wan hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ku dixwestin ber bi wan gundan ve pêş kevin, şikandine.

Şêniyên nêzî eniyên şer ji ber êrîşan bi tirs in.

Li gundê Şêx Nasir baregeheke çeteyan heye û ji wir çete her çend rojan li dijî gund êrîşan pêk tînin.

Çete bi çekên giran êrîş dikin…

Li kêleka şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê, hêzên Cebhet El-Ekrad jî bersiva êrîşên dagirkeran didin.

Şervanê Cebhet El-Ekrad Mehmûd El-Betûşî diyar kir ku ji hefteyekê ve, êrîşên dagirkeran li dijî sivîlan ranewstiyane.

Em li gundê Buxaz li rojhilatê Babê ne.

Ev nuqteyên çeteyên dewleta Tirk in…

Ev serê hefteyekê ye, çete êrîşî sivîlan dikin.

Bi 30 mûşekan gundê Buxaz, Qert Wêran û Kor Heyok topbaran kirin.

Tîrmeha borî di encama topbaran dewleta Tirk li ser gundê Qort Wêran de, 5 kes şehîd bûn û 2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.

Back to top button