Hêzên Îranê 3 jîngehparêzên ku agir vemirandin revandin

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku 3 jîngeh-parêzên xelkê Kamêran, ji ber ku agirê çiyayê Kosalanê vemirandin, ji aliyê supayê pasdarên Îranê ve hatine revandin.

Li gorî nûçeyek Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê, 3 jîngehparêzên xelkê Kamêran ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Ciwanên bi navê Muhsîn Dadger, Seîd Dadger, Yasır Sabîrî ji bo vemirandina agirê Kosolan çûbûn herêma Sewlawa.

Her sê ciwan piştî vegeriyan, ji aliyê hêzên supayê pasdarên Îranê ve hatine revandin.

Piştre birine saziya îstîxbaratê ya pasdaran.

16’ê Hezîranê, pasdarên Îranê dest bi topbaran devera Koselan yên ser bi bajarê Sewlawî ya ser bi Sineyê kirin.

Di encam de bi dehan donum zevî şewitîn.

Ji ber topbarana supayê pasdaran, beşek mezin ji daristanên Merîwan jî şewitîn.

Tevî hewldanên jîngeparêzan jî, hê jî agir nehatiye kontrolkirin.

Lê hêzên Îranê ji ber vemirandina agir, astengiyan derdixin.

Back to top button