
Li Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker 3 sivîl li beramberî fidyeyê berdan.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 şêniyên ku berî niha ji navçeya Mabata ya Efrînê revandibûn, li beramberî hezar lîreyên Tirkî berdan.
Navê van kesan jî Reşîd Qasim, Mihemed Elî Neisan û Ramî Îbrahîm in.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku çeteyan duh piştî standina 2 hezar dolarî, jina bi navê Ufe Sîdo (55) ya ji gundê Kora yê Cidirêsê berda.
Li gorî Rêxistinê, beriya 2 mehan dema Ufe serdana keça xwe ya li bajarê Efrînê kir, hatibû revandin.