Li parêzgeha Nînewayê 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyonên artêşa Iraqî yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, de 15 çete hatin girtin.

Artêşa Iraqî bi daxuyaniyeke ragihand ku roja Yekşemê, hêzên Ewlehiya Iraqî li dijî şaneyên DAIŞ’ê li barêzgeha Nînewa li bakur Iraqê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de,15 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Artêşê her wiha diyar kir ku şaneya ku hate girtin êriş li dijî şêniyên herêmên pêk anîye.

Ev demeke, artêşa Iraqî asta hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ zêde kiriye û hata niha gelek çete hatin girtin.

Back to top button