DYA, Tirkiye û PDK plana tasfiyekirina PKK’ê bi Zînê Wertê re dane destpêkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku DYA, Tirkiye û PDK xwestin PKK’ê heta meha Îlonê tasfiye bikin, lê ev plan têk çû. Kalkan diyar kir, eger dor li gêrîla were girtin, wê xwe biparêze. Kalkan bang li PDK kir ku li gel PKK’ê cihê xwe bigire û bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya “Ulkenden” a Medya Haber TV bû û mijarên di rojevê de nirxandin.

Kalkan diyar kir ku “bi pêşengtiya rêveberiya Trump, Amerîka, dewleta Tirk û PDK’ê ji bo tasfiyekirina PKK’ê lihevkirinek pêk aniye”.

Li gorî Kalkan, ev lihevkirin bi bûyera Zînî Wertê re dest pê kir û bi awayekî sîstematîk êrîş li ser Şengal, Mexmûr, Heftanîn, Xakurkê û Xinêrê hatin kirin.

Di nêrîna Kalkan de, armanca welatên navborî jî qedandina PKK’ê li tevahiya Herêmên Parastina Medyayê bû.

Dûran Kalkan dibêje:

“Hemwextî vê planê, li Bakurê Kurdistanê zextên herî giran li welatparêzan kirin.
Li Rojava jî bi pêşengtiya Amerîka, bi rêya hevdîtinên PYD û ENKS’ê, dixwazin Şoreşa Rojava xira bikin, têxin bin kontrola xwe û weke beşekî vê planê dimeşînin.
Bi vî rengî, dixwestin ku heta dawiya meha Îlonê encamê bigirin”

Dûran Kalkan: Berxwedana gel û gêrîla planên Amerîka, Tirkiye û PDK’ê pûç kir

Duran Kalkan anî ziman ku ew meha Biharê hatin agahdarkirin û gefa qedandinê li wan hate xwarin, eger ew teslîm nebin.

Lê Kalkan diyar kri ku bi berxwedan Heftanînê ve ev plan vala hate derxistin û pûçbû.

Duran Kalkan: Hêzên dagirker bi destê PDK’ê dixwazin pêşî li têkçûna xwe bigrin

Kalkan da zanîn ku piştî têkçûna planê, yekser DYA kete dewrê, PDK û rêveberiya Bexdayê li ser planeke dagirkirina Şengalê da lihevkirin.

Lê Kalkan pûçbûn û valaderxistina vê planê jî di xurtbûna helwesta civaka Êzidî de dibîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, şandina hêzên PDK ji bo Garê bi bîr xist, ku dorpêçkirina gerîla û êrîşa li dijî PKK’ê li ser vê bingehê kete rojevê.

Dûran Kalkan: Divê PDK nekeve qadên gerîla..Eger berdewam bike wê gerîla xwe biparêze

Ji bo çareseriya aloziyê, Dûran Kalkan banga diyalogê li PDK’ê kir, ku:

“Divê PDK ne li gel Tirkiyê, li gel PKK’ê cihê xwe bigire.
Pêwîst e pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi diyalogê çareser bikin.
Divê gerîla neyê acizkirin. Divê dor li qadên gerîla neyê girtin.
Eger ev rewş dewam bike, wê gerîla xwe biparêze.
Şer wê li cihekî nemîne. Bi vî rengî bibe, wê li her derê belav bibe.”

Back to top button