Artêşa Îsraîlî navendine leşkerî yên Sûrî û Feyleqa Quds a Îranê kirin armanc û 3 leşker hatin kuştin.
Ajansa nûçeya “SANA” ya hikumeta Şamê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku:
Artêşa Îsraîlî derdora 3’ê berbanga Çarşemê, mûşek ji Colanê ber bi herêma başûrî ve avêt û parastina asmanî ya hikumetê karîbû hejmareke mûşek bîne xwarê.
Li gorî ajansê, 3 leşker hatin kuştin û yek birîndar bûye.
Artêşa Îsraîlî jî ragihand ku êrîşa wan a vê sibehê, navendine leşkerî yên Sûrî û Îranî li Sûriyê kirine armanc, weke bersiv bo çandina bombeyan li sînorê Colanê.
Li gorî berdevkê artêşa Îsraîlî, embarên çekan, fermandarî, kombûyînên leşkerî û betariyên erd-asman bûn armanca êrîşên wan.