Zarokekî Sûrî bi tundî li ser destê nijadperestekî Tirk lêdanê dixwe

Zarokekî penaber ê Sûrî ku niha li Tirkiyê dimîne, rastî lêdaneke tund ji aliyê keskî Tirk ve tê..

Çalakgerên medyaya civakî 16ê vê mehê, dîmenê vî zarokê Sûrî bi par ve kir û tê de nijadperestiya Tirkan a li dijî penaberên Sûrî weke her car hat raberkirin.

Di dîmen de, ji bilî kîn û qehrê ti sedemên vê lêdanê xuya nabin.

Zilamê Tirk ku xwedanê dikanekê li Rihayê ye, bi xar diçe bi zarokê Sûrî digire û bi awayekî hovane lê dixe.

Vê yekê hêrsek li cem gelek çalakgeran çêkir û banga parastina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê hate kirin.

Dewleta ku her tim bi minet li qadên navdewletî xwe hewandina Sûriyan dibîne, bi zanabûn ji aliyê Tirkên nijadperest ve tên êşkencekirin û kuştin.

Back to top button