Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê banga têkoşînê kir

Konga Star û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê 25’ê Mijdarê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi êrîşên faşîst re rû bi rû ne” û bang li tevahiya jinan hat kirin ku li dijî faşîzm û êrîşan têkoşînê bilind bikin.

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîsî weşand û bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo azadî û demokrasiyê û wiha domand;

“Qirkirina jinan ku li Efrînê rû dide, amadekariya Fermana 75’an a li dijî Şengalê ye ku bi piştgiriya PDK’ê tê meşandin, nîşan da ku hikumeta faşîst AKP-MHP’ê û Erdogan di şexsê jinên Kurd de li dijî jinên berxwedêr û jinên Rojhilata Navîn ku pêşengiya şoreşa duyemîn a jinan dikin, dijminahiyê dimeşîne û ji ber ku li dijî planên wan ên dagirkeriyê derdikevin, ji van jinan tolê hildide.Em jinên Rojava, bi biryar in ku li hemberî êrişên ku li dijî welatê me û gelê me rû didin rawestin û van êrişan bi avakirin û pêşxistina şoreşa jinan pûç bikin.”

“Sal bi sal jin vîna xwe ya têkoşînê xurt dikin”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman bûneyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclisê ragihand ku jin li hemû deverên cîhanê sal bi sal vîn û israra xwe ya tunekirina kiryarên cudakar ên li dijî wê tên meşandin û soza domandina têkoşîna ku jinên cîhanê dest pê kirine, nû dike û wiha bi dawî kir;

“Ji baweriya me ya rast û durist a doza jinan em ê ji bo rakirina tundiya li dijî jinên Sûriyê û bi taybet li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rû bi rû dimînin, bixebitin.”

Back to top button