Danîmarka: Şerê navxweyî wê zirarê bide karên çareseriya pirsgirêka Kurd

Wezîrê Karên Derve yê berê jî di nav de, gelek kesayetên Danîmarkî, têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê rû dayî, bang li lîderên Kurdan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Kesayetên Danîmarkî bangek ji bo rêveberiyên PDK û KCK’ê nivîsîn û destnîşan kir ku şerekî gengaz ê nava Kurdan wê xizmetê ji dijminê Kurdan re bike.

Di bangawaziyê de hat ragihandin, şerekî wiha wê zerarê bide karên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha hat gotin:

“Em; dostên Kurdan ên li Danîmarkayê, şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê dewam dike bi fikareke mezin dişopînin.

Em bang li lîderên Kurdan dikin ku bi rêya diyalogê çareseriyê peyda bikin, bi vê berpirsyariyê rabin û ji bo berjewendiyên Kurdan hevkariyê bikin, li dijî hev şer nekin.”

Di nameyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ji bo pêşî li yekîtî, serxwebûn û xweseriya Kurdan a li herêmê bigire, dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne, divê kurd neyên vê lîstikê.

Back to top button