Li Iraqê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, polîsekî Iraqî hat kuştin.
Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê, duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê El-Kesra girêdayê navçeya El-Nexîb yê dikeve başûr- rojavayê parêzgeha El-Enbar kir.
Di encama êrîşê de, polîsekî Iraqî hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê bi 3 erebeyên bombekirî êrîşî gund kir.
Li ser sînorê navçeyê bi berdewamî êrîş tên kirin û di êrîşa herî dawî de jî, 10 leşkerên Iraqî hatibûn kuştin.