Hiquqnasa Liblanî Sofî Zaza: Divê civaka navneteweyî jinên li herêmên dagirkirî ji tundiyê biparêz e

Lêkolînera hiqûqî ya lubnanî Sofî Zaza da zanîn ku divê civaka navneteweyî jinên li herêmên dagirkirî ji tundiyê biparêze. Lêkolînera hiqûqnas jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qehremanên rastîn ên li hember tundiyê têdikoşin wesif kir.

 

Li herêmên dagirkirî, tundiya li dijî jinê hîn zêdtir û metirsîdar e.

Di du salan de zêdetirî 350 jin di tundiyê re derbas bûn, li gel wê jî bi hezaran jinên li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Der barê qanûna navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, lêkolînera hiqûqnas û aborînas, çalakvana jînegeh, civakî û siyasî, Dr.lubnanî Sofî Zaza axivî.

Dr.Sofî Zaza da zanîn ku di bin sîwana dagirkeriyê de, tundiya li dijî tevahî mirovahî,jinan û bazirganiya zarokan tê kirin.
Di van demên dawîn de li gelek herêman, Idlib û herêmên Bakurê Sûriyê komkujiyeke mirovî heye.Ev sûc bi dosya, li gorî hîma qanûnê bi dîrok tên belgekirin.”

Sofî diyar kir ku li herêmên dagirkerî,qanûna navnetewî ya ku çavdêriyan bike, bê afirandin

Hiquqnasa Liblanî Sofî Zaza: Jinên Kurd, qehremanên rasteqîn in

Sofî Zaza daxwaz kir ku, divê qanûneke navneteweyî ya parastina mafên mirovan hebe, divê qanûn ji şervan, jina têkoşer û zarokê ku dê û bavê xwe winda kirine hebe.

Lêkolînera Huquqî li ser têkoşîna jina Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî:

“Jinên Kurd ji jinên yekemîn ên ku rahiştine çekê û ji bo jiyaneke birûmet tê koşîne, xweşkên xwe yên Êzidî rizgar kirin.”
Sofî Zaza peyam ji tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand û wiha bi lêv kir:

“Hûn qehremanên rasteqîn ên bi destxistina mafan in, hûn îro yên herî bi nirx in.”

Hiquqnasa Liblanî Sofî Zaza: Divê mêr rêzê ji dayîk, xwîşk û hevjina xwe re bigre

Dr.lubnanî Sofî Zaza piştrast kir ku divê destpêkê mêr beriya jinê zana be. Ji ber divê mêr rêzê ji dayik, xweşk û piştre hevjîna xwe re bigire.

Back to top button