Bi dîmen..Şîlan Kobanê bi têkoşîna xwe bû mîrateyeke berxwedanê

Îro salvegera 16. a şehadeta endama Komîteya Navendî ya PYD`ê şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê ye.

Şehîd Şîlan û hevalên xwe li bajarê Mûsilê bi komployekê bi awayek hovane hat şehîdxistin.

Têkoşîna ku wê dayî, li Bakur û Rojhilatê Suriyê belav bû û li tevahî cîhanê deng veda.

Hevalên me derbarê jiyana Şîlan Kobanê de dosyek amadekirne, em bi hev re lê binêrin.

 

“Ez ji çiyan hez dikim. Ez dixwazim azad bibim, jinên ku li ser xaka min jidayîk bûne. Ev xeyalê min yê herî mezine”

Şîlan Kobanê.. bi van peyvan hehsa têkoşîna jinên azad dikir.

Şîlan Kobanê, 1971’an li gundê kor Elî yê kobanê yê Rojava Kurdistanê jidayîk dibe.

Li gel zordariya rejîma Baas ya Suriyê Şîlan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.

1978’an dema Şîlan dibistana seretayî dixwend bi buhaneya ku beşdarî çalakiyên Cejna Newrozê bûye, ji aliyê Rêjîma BAAS’ê ve hat girtin.

1982’an, dema ew di 11 saliya xwe de bû, dema rêber Abdullah Ocalan sedana mala wan dike, ew cara yekemîn e wî dibîne û nas dike.

Şîlan derbarê wê vê rojê de wiha gotibû:

“Ew kêliya herî bi wate ya di jiyana min de bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku wê êdî jiyana min weke berê dewam neke. Ez evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê peyde biçûma”

Lewra wê tiştê ku gotibû pêk anî.

Tebaxa 1988’an li bajarê Helebê tevlî têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurdistanê dibe û li gel 4 hevalên xwe berê xwe dide Libnanê û li wir tevlî akademiya Mehsûm Korkmaz dibe.

Şîlan li Akademiyê di Radyoyê de beşa Erebî dixebite.

Di konferansa 1991’an ya li çiyayên Kurdistanê, ew derbasî qada çapemeniyê bû.

Ji ber vê Şîlan li rex çêkirina kovaran weke nûçegîhaneke şer jî xebitî.

Piştre, di Konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê ya 1995’an de, Şîlanê weke Endama Komîteya Navendî ya YAJK’ê hat hilbijartin.

Di şertên herî zehmet de, bi sekna xwe ya rast, bû çavkaniya hêz û moralê ya hevalên xwe.

1997’an Şîlanê derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike.

1999’an jî Şîlanê cihê xwe di rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de digire.

Bi lidarxistina kongreya PYD’ê ya 2003`yan re wek Endama desteya rêveber a partiyê hate hilbijartin.

Paşê berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe.

Dema ku têkoşer Şîlan kar û xebatên di navbera Iraq û Sûriyê dikir, 29’ê Mijdara 2004’an di encama kemîneke hevbeş a Rêjîma BAAS’ê û dewleta tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê hat armanckirin û şehîdxistin.

Lê bi şehîdxistina Şîlanê jî nekarin pêşiya şoreşa Rojava bigrin.

Şîlan Kobanî ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî jinan mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt û bedela wê jî li ser navê hemû jinan da.

Ji lewra ger şoreşa rojava îro li tevahî cîhanê gav bi gav deng vedide û dibe navê hêviyan, ji ber di havênê wê de Şîlan Kobanê heye.

Li rojava “firîşteyên welatê bihûştê” bi navê Şîlan li pey eşqa azadiyê berxwedan didome û wê bidome.

Back to top button