
Xelkên Şengalê li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê kom dibin û bi biryar in li hember êrîşan, hêzên xwe biparêzin.
Hikûmeta Iraqê hêzêk mezin şandiye Şengalê û dixwaze wan li şûna baregehên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, bi cih bike.
MXDŞ duh bi awayekî awarte civiya û bang li tevahiya Şengaliyan kir ku 1’ê Kanûnê saet di 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzidxanê kom bibin.
Li ser banga MXDŞ’ê, şêniyan Şengalê berê xwe dan navendên navborî û bajarokên Sinûnê û Xanesorê û nerazîbûnên xwe nîşan dan.