Kongreya Dengên Dijber a Silêmaniyê ragihand ku wê îro xwepêşandanek li ber avahiya walîtiya Silêmaniyê were lidarxistin û banga tevlibûnê li beşên civakê kir.
Kongreya Dengên Dijber a ji komek nivîskar û çalakvanan pêk tê, duh saetên şevê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, banga tevlîbûna xwepêşandana girseyî li gel kir.
Li gorî daxuyaniyê, îro saet 13:30’an li ber avahiya Walîtiya Silêmaniyê xwepêşandanek aştiyane tê lidarxistin.
Ji bo tevlîbûnê jî, bang li tevahî çîn û beşên civakê hat kirin.
Komeleyê bang li desthilatê jî kir ku dawî li zext û şehîdxistina ciwanan bîne.



