Çeteyên dewleta Tirk derdora Eyn Îsa û riya M4 topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe di demên dawî de, êrîşên xwe li ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê zêde kirine.
îro dîsa çeteyên dewleta Tirk derdora Eyn Îsa topbaran kir.

Dewlata Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi êrîşan xwestin derbasî gundê mezra ya li ser rêya M4 bibin.

Şervanan bersiv da û di encamê de kuştî û birindarên çeteyan çêbûn.

Her wiha dewleta dagirker bi tangan derdora Eyn Îsa û reya M4 topbaran kir.

Back to top button