Sozdar Avesta: pêngava Azadiya Rêber Ocalan pêngevekî stratejîk e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta,teqez kir ku tecrîtkirina Rêber ocalan tecrîtkirina tevahî Tirkiyê, gelê heremê û jinên azadîxwaz e. Peyama ku Îmralî bi sekana xwe dide, li hebûna xwe xwedî derketin û tekoşîn bilindkirin e. Her wiha bang li tevahî jinan kir ku li hemberî destdirêjî, qirkirina jinan eniya xwe ya hevgirtin, yekbûn û tekoşînê bilind bikin.

 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, bûyerên destdirêjiyên li ji ANF’ê re nirxand.

Sozdar Avesta qetez kir ku pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ a ku KCK û KJK’ê dayî destpêkirin mîna pêngaveke stratejîk e wiha daxuyakirin.

“Tecrîtkirina Rêber Apo tecrîtkirina tevahî gelê Tirkiyê, gelê heremê û jinên azadîxwaz e. Heta ku Rêber Apo di bin tecrîtê de be ne gengaz e tu pirsgirêk bêne çareserkirin û aramî çêbibe. Hêzên navdewletî ji, tecrîdê berpirsyarin. Peyama ku Îmralî bi sekana xwe dide, li hebûna xwe xwedî derketin û tekoşîn bilindkirin e. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li ser vê pêyamê pêş dikeve û encamên girîng bi dest dixîne.”

Sozdar Avesta: jinên Kurd asta ku gihiştiyê, ji bo tevahî jinan bûn cihê hêvî û baweriyê

Sozdar Avesta teqez kir ku PKK partiyeke jina ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jinên Kurdistanê asta ku îro gihiştiyê, ji bo tevahî jinên cihan bûye cihê hêvî û baweriyê. Cara yekem e li Rojhilata Navîn rêxistineke jinan bi tevahî amûrên tekoşîn û azadiyê bi destxistiye.

Sozdar Avesta: divê jin ji xwe bawerbin û di xeta azadiyê de têbikoşin

Sozdar Avesta da zanin ku dewlet bi destê saziya şerê taybet vê dimeşîne û got;

“Êrîşên bêexlaqî û bi sîyaseteke dijminane destdirêjayî li ser jinên Kurdistanê dike. Divê di serî de tevahî gelê Kurdistanê, ciwanên Kurd û bi taybet jinên ciwan li dijî vê bêaxlaqiyê xwedî helwest bin. Hêza jinê dikare hemû dîktator û pergala baviksalarî têk bibe. Divê jin bi xwe bawer bin û di xeta azadiyê de têbikoşin.”

Sozdar Avesta: li dijî qirkirina jinan, hevgirtin, yekbûn û têkoşînê bilind bikin

Em tevgera azadiya jinên Kurdistan bi tekoşîna xwe ew kesên ku destdirêjahî dike, em ê destên wan qut bikin. Parastina jinan û civaka xwe weke erkeke xwe yê stratejîk dibînîn.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawiyê bang li tevahî jinan kir ku li hemberî destdirêjî qirkirina jinan eniya xwe yî hevgirtinê, yekbûnê û tekoşînê bilind bikin.

Back to top button