Yekîtiya Ewropayê: Divê Tirkiye dest ji kirinên xwe yên dijminane berde, yan em ê cezayên tund lê bibirin

Serokkomarê Tirkiyê piştî gefên YE’yê, banga vekirina rûpeleke nû li ya dawî dike.
YE’yê hişyarî daye Tirkiyê ku dest ji kirinên xwe yên dijminane berde, yan ew ê cezayin tund lê bibire.
Tirkiye jî weke her tim gef xwar û diyar kir ku dema birîna cezayan bihuriye.

Ne arandinên xwe radiwestîne û ne bi ya wan dike, bi ser de jî xwe diavêje bextê wan…

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi peywendiyekê digel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dawaziya vekirina rûpeleke nû bi Yekîtiya Ewropayê re kir.

Erdogan dibêje ku derfeteke nû bo xurtkirina têkiliyan di navbera Tirkiye û YE’yê de heye, lê hin dewlet hewlên afirandina aloziyan didin, da van ajendeyên erênî, têk bibin.

Serokkomarê Tirkiyê daxwazî ji rêveberiya YE’yê kir ku li peymana 2016’an a der barê pirsgirêka penaberan de vegerin û anî ziman ku, ev lêveger; dê kilîta ajendeyên erênî digel Ewropayê be.

YE’yê roja Pêncşemê 6 milyar euro ku di peymana navborî de li serê hatibû lihevkirin, dan Enqereyê.

Ji ber arandinên wê li Rojhilatê Deryaya Spî, Wezîrê Derve yê YE’yê Josep Borrell, bang li Tirkiyê kir ku dest ji kirinên xwe yên dijminane ku dûrî berjewendiyên Ewropayê ne, berde.

Borrel hişyarî da Tirkiyê, eger nêzîkatiyên xwe yên dijminane bidomîne, dê rastî cezayên tund were.

Lûtkeya Ewropî ya 11 û 12 vê mehê, ji ber çalakiyên wê yên li Deryaya Spî, hin cezayên ragirtî li Tirkiyê birîbûn.

Piştî vê bi çend rojan, dewleta Tirk careke din keştiya xwe ya lêgerîna li gazê “Oruç Reis” zivirand ava deryayê.

Borrel her wiha da zanîn ku siyaseta Enqereyê li Sûriye, Lîbya, Deryaya Spî û bakurê Afrîka ta rojavayê Belqanê bandoreke neyînî vedaye û ajendeyên wê yên li derve, ne li gorî siyaseta YE’yê ne.

Li ser vê yekê, Cîgirê Erdogan Fuad Oqtay di dema nîqaşkirina projeya budceya 2021’ê de, gef xwar ku ew ji cezayan natirsin.

Fuad Oqtay dibêje ku dema xweçimandinê çûye û çi dewleta ku hewlên bêrolkirina Tirkiyê bikin, dê çarçoveya livên wê li herêmê bê lawazkirin.

Ji bilî yên Ewropayê, Wahsintonê jî ji ber kirîna S-400 a Rûsî, cezayên aborî li rêveberê desteya pîşesaziya parastina Tirkî û çend kesayetên din birîbûn.

Back to top button