Şêniyên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji şervanên QSD`ê re nîşan da û gotin: “Em xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî û vîna gel.”
Rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr jî di nav de ji bo êrîşên Tirkiyê li qada Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Endamê Komîteya Rûspiyên Dirbêsiyê Heysem Xelîl daxuyanî xwend û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê bi sûcekî terorî bi nav kir û armanca van êrişan koçberkirina sivîlan e.
Xelîl diyar kir ku ew li dijî êrişên artêşa Tirk disekinin û wiha domand: ”Em bang li her kesên ku banga mirovahiyê dikin ku dawî li van êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.”
Heysem Xelîl di dawiya daxuyaniyê de piştgirya xwe ji QSD`ê re re nîşan da
Daxuyanî bi sloganên”Bijî berxwedana QSD`ê û şehîd namirin” bi dawî bû.
Ciwanên PYD’ê yên Lubnanê êrîşên dewleta Tirk şermeza kirin
Her wiha li Beyrûtê paytexa Lubnan ê jî Ciwanên Partiya Yekitiya Demokatîk (PYD) êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin
Ciwanan banga rêgirtina li ber şerekî navxweyî li Başûrê Kurdistanê kir.