Ji ber siyaseta helandin û guhertinê ya dewleta Tirk li ser şêniyên herêmên dagirkirî, herêmên Sûrî vediguherin Tirkî û li Cerablusê êdî zimanê Tirkî li ser gel hatiye sepandin.
Ajansa nûçeyan ANHA’yê da zanîn ku li Cerablusê saziya bi navê ‘Gerînendeya Ewlehiyê ya Cerablusê’ hatiye vekirin û zorê li gel dike ku bi Tirkî biaxive.
Di belavokekê de ku ji bo serlêdana leşkeriya bi-pere hatiye weşandin, bi zimanên Tirkî û Erebî agahî tên dayîn lê şertê “Axaftina bi Tirkî baştir e” nivîsandî ye.