Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û jimarek hat birîndarkirin

Li eniyên şer ên Idlibê, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û jimarek hat birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li eniyên şer li gundê El-Birêc البريج li gundewarên başûrê Idlibê, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Navendê, her wiha diyar kir ku di encama şerê di navbera çeteyên Tirkiye û hêzên hikumetê li eniya El-Dar El-Kebîra li başûrê Idlibê de, jimarak leşkerên hêzên hikumetê birîndar bûn.

Jixwe, şer û pevçûnên herdu aliyên navborî li navçeyên Filêfl, Sifêra, Sifûhin û Kefer Iweyid ên heman herêmê û Sehil El-Xab ê Hemayê jî li dar in.

Li gorî agahiyên Wezareta Parastina Rûsyayê, di 24 seatên dawî de, çeteyên Tirkiyê derdora 38 êrîş li devera qaşo bêçek, pêk anîne.

Back to top button