Pêngava ”Em xwe diparêzin” bi karên cihêreng pêngav dewam dike

Pêngava “Em xwe diparêzin” a ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad ve ji bo 4 mehan hatibû destpêkirin, bi xebatên cihê reng dewam dike.
Endama Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Wanê Leyla Atsak destnîşan kir ku karên wan, li dijî sîstema bi zihniyeta mêr bersiveke girîng e.

Kampanya ‘Em xwe diparêzin’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad TJA’ê ve di 15’ê Îlonê de ji bo 4 mehan hatibû destpêkirin, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi karên cihêreng dewam dike.

Kampanya di bin sê sernavan de tê birêvebirin; rêxistinbûn, perwerdeya zimanê dayikê û çalakî.

Endama TJA’yê ji Meclisa Jinê ya KESK’ê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku karê wan wê di dema kampanyayên nû de jî dewam bikin.

Gulîzar ragihand ku bi kampanya ‘Em xwe diparêzin’ gelek bûyerên destavêtin û destdirêjiyê eşkere bûn.

”Pêngav li dijî sîstema bi zihniyeta mêr bersiveke girîng e”

Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê ya Wanê Leyla Atsak jî destnîşan kir ku karên wan ên li Wanê, bersivdaneke girîng ji pergala zilaman re ye.

Leyla diyar kir ku li her derê qirkirin li jinên Kurd tê sepandin, lewra li Wanê tê xwestin ku jin li pêşberî van êrîşan bêdeng bin.

Leyla diyar kir ku ji niha û pê ve di dewama kampanyayên xwe de wê tecrîdê dîsa binirxînin û wiha bi dawî kir:

Tecrîd pêkanîneke sîstemî ye, emê li dijî her cûre tecrîdê têdikoşin. Jin ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin.

Back to top button