Qaanî: Em ê tola Suleymanî û el Muhendisî rakin

Amerîka û Îran ji ber mijara kuştina Qasim Suleymanî û Ebû MEhdî El-Muhendis careke din hatine pêşberî hev.
Tehran dibêje ewê tolê hilînin.
Amerîka balefira çeka nûkleerî radike, şand Rojhilata Navîn.
Li paytexta Iraqê ji her demê zêdetir metirsî û tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Îran û Amerîka careke din li hev sor bûne.

Bi nêzbûna 3’ê Çile salvegera yekemîn ya kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û fermandarê Heşd El-Şabî Ebû Mehdî El-Muhendis alozî zêde bûye.

Îran dibêje wê tola kuştina Suleymanî û El Muhendisî rakin.

Amerîka jî hişyariya vê yekê dide.

Fermandarê Hêzên Qudsê Îsmaîl Qaanî yê cihê Suleymanî dewir girtî bi awayekî eşkere gef li hêzên Amerîka xwar.

Qaanî di merasîma bîranîna Suleymanî ya li Zanîngeha Tehranê de axivî.

Qaanî ji ber fermana Donald Trump ya kuştina Suleymanî got;

Ez bi awayekî eşkere dibêjin, rêya hêzên Quds û berxwedêran bi van êrîşan wê neyê guhertin.

Di nava mala we de jî kesên ku ji ber van sucên we, we ceza bikin hene.

Amerîka balafira Nûkleerê şand rojhilata navîn

Fermandariya Hêzên Giştî ya DYA (CENTCOM), ji ber êrîşeke gengaz ya Îranê di salvegera kuştina Suleymanî de 2 balefirên xwe ya ku çekên nûkleerî radike şand Rojhilata Navîn.

Li ser vê yekê, wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zarîf diyar kir Amerîka ji bo êrîşekî li dijî Îranê pêk bîne li hincetan digere.

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Kiwêtê re hişyarî ji tevgerên Amerîkayê yên biguman ên li herêmê da.

Endamên Hizbullah li nava Iraqê belav bûne

Li aliyekî din, Endamên Hizbullaha Iraqê li gel nêzîkbûna salvegera kuştina Suleymanî li paytexta Iraqê Bexdayê belav bûn.

Ji bo wê saziyên ewlehiyê yên Iraqê hêza xwe li wê deverê xurt kirin.

Iraq: Nabe kes serdestiya welat derbas bike

Di heman çaçroveyê de, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got:

“Di bin navê çi de dibe bila bibe, em nahêlin tu kes serdestiya dewletê derbas bike.”

Serokê koma “Esab Ehlî El-Heq” Qeys El-Xezelî di daxuyaniyên çapemeniyê de diyar kir ku hedefgirtina balyozxaneya Amerîkayê nayê qebûlkirin û zirarên wê ji sûda wê pirtir in.

Back to top button