Li navçeya Cindirêsê teqînek rû da, kuştî û birîndar hene

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya dagirkirî erebeyek bombebarkirî teqiya

Çavdêriyê xuya kir ku teqîn li tenişta firna bajarê pêk hat, heya niha sivîlekî hat kuştin û di nav de 2 zarok û 3 jin 9 kes birîndar bûn.

Back to top button