Hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 sivîl revandin û zarokek bi giranî êşkence kirin.
Dagirkeran li navenda Efrînê û Cindirêsê jî 320 darên zeytûnê birîn.

Bi nêzîkbûna salvegera 3. a êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê sûcên wan zêd dibin.

Li navçeya Reco, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tawanên ne rast şêniyê bi navê Reşîd Umer yê ji gundê Gewanda revand.

Çeteyan ji bo berdana Reşîd daxwaza 5 milyon Lîreyê Sûrî fidye ji malbatê kirin.

Dagirkeran zarokek êşkence kir û keçeke 13 salî û malbata wê revandin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navenda Efrînê çeteyan şêniyek revand û kurê wî jî bi giranî êşkence kirin.

Beriya bi çend rojan jî çeteyan malbatek ji 4 kesan pêk tên di nav de keçeke 13 salî ji gundê Kefer Şîlê yê Efrînê revandin.

keça temen biçûk ya bi navê Eliye Ednan Cemo tevî bav, dê û birayê xwe hatin revandin.

Li gorî Çavdêriyê, heya niha çarenûsa keça temen biçûk û malbats wê ne diyar in.

Dagirkeran ji navçeya bilbilê sivîlekî 65 salî revand

Li gorî navend û rêxsitinên hiqûqî jî, di nav du mehên dawî de li Efrîna dagirkirî zêdeyî 200 sivîl hatin revandin.

Yek ji wan şêniyê bi navê Mihemed Yeşar Memo(65) yê ji gundê Şêx Xorzê yê Bilbilê ye.

Memo bavê 5 zarokan en, ji wan 4 zarok astengdar in di 20’ê Cotmehê sala borî hat revandin, heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Çeteyan sivîlekî ji Cindirêsê revand û 220 darên zeytûnê yên malbata wî birîn

2’yê Çileyê, çeteyan şêniyê bi navê Ebdo Şêx Kedro yê ji gundê Bablîtê yê Cindirêsê revand.

Ebdo ji ber berteka birîna çeteyan ji 220 darên zeytûnê yên malbata wî da, ew hat revandin û bi giranî hat êşkence kirin.

Ruxmî ku Ebdo ji bo parstina darên xwe hezar û 600 dolar bac daye çeteyan, lê dîsa çateyan darên wî birîn.

Dagirkeran li gundên Efrînê 100 darên zeytûnê birîn

Li gundê Cuqê yê Efrînê jî çeteyan 30 darên zeytûnê yê şêniyê bi navê Ibrahîm Osman birîn.

Li nêzî gundê Mereskê jî çeteyan 70 darên zeytûnê yê şêniyê bi navê Ehmed Osman yê ji gundê Qurt Qulaqê birîn.

Back to top button