Ciwanên PYD’ê bi dirûşmeya “Dem dema birêxistinkirin û parastina şoreşê ye”, civîna xwe ya salane li Rimêlanê li dar xist.
Civîn salane bi beşdarbûna 120 delege ji ciwanên PYD’ê ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Di civînê de, Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û got:
Şoreşa me bi berxwedan û têkoşîna ciwan û jinan û tevlêbûna tevahiya pêkhateyan bi ser ket.
Ji lewra divê em bi rêya birêxistinkirinê û yekitiyê destkeftiyan biparêzin.
Piştre, rapora salê hat xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin.
Civîn bi girtin gelek biryarên girîng mîna firehkirina qada perwerde û birêxistinkirina ciwanan û têkbirina tevahiya siyasetên derve, bidawî bû.