Fermandara YPJ’ê: Em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin

Ji fermandarên YPJ’ê Avaşîn Zagros destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin.
Avaşîn Zagros diyar kir weke YPJ ew ê di rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî de pêşengiyê bikin û dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Avaşîn Zagros bi wesîleya salvegera 3’an a dagirkirina Efrînê ji ANF’ê re axivî.

Fermandar Avaşîn Zagros bi bîr xist ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê berxwedaneke gelan a bêhempa hat nîşandayîn.

Fermandara YPJ’ê Avaşîn Zagros biryardariya xwe ya dawîanîna dagirkeriya li Efrînê wiha anî ziman:

“Teqez em ê Efrînê rizgar bikin û Efrîn wê ji dagirkeran re nemîne. Çawa ku me li hember êrîşan bi gelê xwe û bi hêza xwe li ber xwe dan, em ê ji bo rizgarkirina Efrînê jî bi heman ruhî li ber xwe bidin û serkevin.

Avşîn Zagros dazanîn ku dewleta tirk bi polîtîkayên dizî, talan, kuştin û guhertina demografik dixwaze xeyalên Osmaniya nu pêk bîne lê ewê nehêlin ev plan pêk were.

Fermandara YPJ’ê Avaşîn Zagros diyar kir ku yên ku li hemberê kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevkarên vê dagirkeriyê ne, wê gelê kurd hevkaran ji bîrneke.

Şervanên Enternasyonalîst: Em ê heta rizgariya Efrînê li ber xwe bidin

Şervanên enternasyonalîst ên li nava refên YPG’ê cih digirin jî, ji ber salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê daxuyaniyek dan.

Şervanan daxuyakirin ku şoreşa Rojava şoreşa gelan hemûyan e. Pergala li Rojava ji hemû mirovahiyê re bûye hêvî.

Şervanan gotin:

“Em li vê derê jiyana li gorî xewn û xeyalên xwe ava dikin.
Li Eyn Îsa û Til Temirê hevalên me li ber xwe didin. Heta Efrîn bê rizgarkirin wê li ber xwe bidin.”

Back to top button