Awûstûralyayê destûr da ku çekan bifiroşe Tirkiyê

Hikûmeta Awûstûralya tevî ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zirarê dide sivîlan, destûr da ku çekan bifiroşe Tirkiyê.

Hikûmeta Avûstûralyayê bersiva pêşnûme pirsa Senetor Jordan Steele-John a derbarê firotina çekan ji Tirkiyê re da.

Hikûmeta Avûstûralyayê ragihand ku ji 15’ê Cotmeha 2019’an û vir ve ji bo Tirkiye bihayê 577 hezar û 500 dolarê Avûtûralyayî destûra firotina çekan hatiye dayîn.

Wezaretê diyar nekir ku amûr ji aliyê kîjan şirketan ve hatiye hilberandin û çi ne.

Debarê mijarê de ji Komîteya Rojava û Piştevaniyê Peter Boyle axivî û got ku ew fikarên Kurdên li Evûstûralyayê ya ji firotina çekan a ji bo Tirkiyê parve dikin.

Peter Boyle diyar kir ku firotina parçeyên ji bo balafirên şer ên bê mirov ji Tirkiyê re ji aliyê Kanada, Îngîltere, Avûstûryayê ve hatiye rawestandin.

Boyle destnîşan kir ku armanca wan sekinandina firotina çekan a ji bo Tiriyê ye, ji ber ku ev çalakî li dijî mafê mirov û edaletê ne.

Back to top button