Yekîtiya Parêzerên Cezîrê xwe weke parêzerên Ocalan ragihand

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, Yekîtiya Parêzerên kantona Cezîrê xwe weke parêzên Ocalan ragihandin.

Yekîtiya Parêzerên kantona Cezîrê der barê tecrîda li ser Rêber Ocalan li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Yekîtiya Parêzeran di daxuyaniyê de, ji bo azadiya Rêber Ocalan xwe weke parêzerên wî ragihandin.

Yekîtiya Parêzeran bêdengiya CPT û NY ya li hemberî tecrîdê rexne kir û bang lê kir ku bikeve nava xebatê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirina ku parêzer heta azadiya Ocalan ew ê xebatê bikin.

Back to top button