KJK: Tifaqa Kurd, Ereb û jinên Rojhilata Navîn bûye armanc

Koordînasyona KJK’ê derbarê şehîdxistina rêveberên Meclisa bajarokê Til El-Şeyir daxuyanî da û diyar kir ku tifaqa Kurd, Ereb û jinên Rojhilata Navîn bûne hedef, wê jin bi têkoşîna xwe yekîtiya jinê li Rojhilata Navîn xurt bikin.

Koordînasyona KJK’ê ji bo Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ên ku hatine şehîdxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê her 2 jin bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbat û rêhevalên wan re xwestin û got:

Li Rojhilata Navîn têkoşîna me ya azadiyê ya jinan serdemeke nû daye destpêkirin, hemû jin di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinan a Rêber Ocalan de, di avakirina neteweya demokratîk de cih girtine.

KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê û hevkarên wê DAIŞ her dem jinên rêxistinkirî kirine hedef û wiha dewam kir,

Yek ji armancên vê komkujiyê lawazkirina tifaqa Kurd û Ereban e ku ev tifaq xwe dispêre kevneşopiya dîrokî û ruhê avakirina neteweya demokratîk afirandiye.
Jin parêzvanên herî çalak ên têkoşîna yekbûyî û rêxistinbûyî ya gelan e.
Her çend sîstema bi serweriya mêr hewl dide vê yekîtiyê parçe bike jî xwişkîtiya jinan roj bi roj mezin dibe.

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de bang li jinan kir ku yekîtiya jinên li Rojhilata Navîn xurt bikin û bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo xwedîderketina li hevrê Seda û Hinde bên lidarxistin, bibin.

Back to top button