Hikûmeta Iraqî waneya Kurdî ji lîsteya ezmûnan derxist

Hikûmeta Iraqê ji bo zimanê Kurdî li Kerkûkê wenda bike, bi hemû awayan hewldanên pişaftin û helandinê pêk tîne. Beşa Ezmûnan a Wezareta Perwerdeya Iraqê, waneya Kurdî ji lîsteya ezmûnên refên dawî derxist.

Ji bo xwendekarên Ereb û Tirkmen jî waneya ol rakir.

Mamostayê xwendina Kurdî li Kerkûkê Kemal Elî da zanîn ku pergala xwendinê bi ser Wezareta Perwerdeya Başûrê Kurdistanê de ye, ku Kurdî waneyek bingehîn e û pirtûk û meteryal jî ji cem wan in, lê ezmûn ji hikûmeta navendî ne.

Kemal Elî diyar kir ku Wezareta Perwerdeya Iraqê ragihandiye, ji ber sedema waneya xwendina Kurdî, ol û Erebî di yek pirtûkê de ne, waneya Kurdî ji lîsteyê hatiye derxistin.

Di 30’ê Çileyê de, wê şandeyeke hevbeş a Rêveberiya Xwendina Kurdî û Wezareta Perwerdeya Başûr serdana Bexdayê bike.

Back to top button