Saziya Maet a hiqûqî sûcên dewleta Tirk belge dike

Rêxistineke hiqûqî ya Misirî, sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê belge dike, da ji NY re pêşkêş bike.

Li gorî rojnameya El-Beyan, saziya Me’et a hiqûqî ji destpêka meha Sibatê ve, belgeyên kesên ku ji ber sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zirar dîtine, kom dike da pêşkêşî NY bike.

Rêxistinê pêngava çavdêriya sûcan û belgekirina wê ragihand û armanc jê jî destekê bide wan kesên zerar dîtine.

Rêveberê saziya Me’et a hiqûqî Eymen Eqêl di vê derbarê de dibêje:

“Armanc ji pêngavê ew e ku balê bikişînin ser sûcên mezin ku dewleta Tirk li dijî sivîlên li bakurê Sûriyê pêk tîne.

Eqêl teqez kir ku tiştên tên kirin ne li gorî Peymana Lahayê ya 1954’an in.

Back to top button