Bi sedhezaran Myanmarî li dijî darbeyê daketin qadan

Li Myanmarê, li dijî artêşa ku darbe pêk aniyî, bi sed hezaran kes daketin qadan.

Li paytexta aboriyê ya welêt, li Yangon îro bi sed hezaran kes daketin qadan.

Hêzên ewlekariyê yekemcar bi ava şid dest li çalakgeran werdan.

Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Rêveberên me berdin”, “Hurmetê nîşanî dengê me bidin”, “Darbeyê red bikin” hildan.

Hefteya derbasbûyî jî bi dehan karmendan ji bo şermezarkirinê kar rawestandibûn.

Generalên darbekar hîn der barê çalakiyan daxuyanî nedane.

Generalan di 1’ê Sibatê de dawî li pêvajoya derbasbûnê ya demokratîk anî bûn û rewşa awarte ragihandibûn.

Di dema darbeyê de Aûng San Sûû Kyî û gelek rêveberên wê hatin girtin.

Ji wê demê ve parlamenter, rêveberên xwecihî û aktîvîst jî di nav de zêdeyî 160 kes hatin binçavkirin.

Back to top button