Rewşa Miyanmarê…Bi hezaran welatî îro jî li dijî darbeya leşlerî ya artêşê daketin qadan

Tevî hişyariyên artêşê, îro jî bi hezaran welatiyên Miyanmarê li bajarên sereke li dijî darbeya leşkerî ya 1’ê Sibatê daketin qadan.

Welatî li paytexa siyasî Naypyidaw û bajarê Rangûnê cardin kom bûn û banga berdana Aung San Suu Kyi kir.

Welatiyan bi domdarî dirûşma “Birûxe dîktatoriya leşkerî” qîr kir.

Hêzên ewlehiyê li Naypyidawê gulleyên bilastîk li wan reşandin, her wiha xertûmên avê ji bo jihevbelavkirinê bi kar anîn.

Artêşê duh hişyariyeke tund dabû welatiyan û kombûnên girseyî qedexe kiribûn.

Her wekî derketina derve jî li hin kesayetên nêzî Rangûnê ji saet 8 şevê heya 4 berbangê bi dema herêmî, qedexe kiribû.

Back to top button