Jinên Ciwan: Em ê têkoşîna têkbirina Komploya 15’ê sibatê bidomînin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyanî û çalakiyên cuda komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan hat şermezarkirin. Di çalakiyan de careke din hate gotin, azadiya Rêber Ocalan, azadiya tevahî gele.

Ciwan li dijî komploya navnetewî ya li hember Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Çalakiya Tevgra Ciwanên Şoreşger a li bajrê Kobanê di roja 2. de ye.

Çalakî bi serdanên sazî û rêxistinan dewame.

Çend saniyan biherikîne….

Jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiya li dijî komployê bûn, teqez kirin ku ew ê têkoşîna têkbirina komployê bidomînin.

“Em ê projeya netewa demoktatîk esas bigirin”

Meclîsa Jina Azad a Şehbayê jî bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, armanca komployê ew bû ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji gel qut bikin û niha di şexê Ocalan de li ser gelê Rojhilata Navîn bi şêwazên cur bi cur dewam dike.

Lê komplo bi berxwedana Rêber Ocalan li girava Îmraliyê têk çû.

Girava Îmraliyê veguherand cihê aştî û belavkirina fikrê demokrasiyê.

Meclîsa Jina Azad bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku zextê li dewleta tirk bikin daku dawî li siyaseta qirkerê bêne.

Niha erka hemû gelê Rojhilata Navîn e ku Projeya Netewa Demokratîk û rizgarkirina Rêber Apo esas bigirin.

Back to top button