Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan

Welatiyên Silêmaniyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêma Gareyê daye destpêkirin meşiyan.

Welatiyan di meşê de daxwaz ji Parlementoya Herêmê û Parlementoya Iraqê kirin ku bi lez bicivin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Piştî girseya gel gihişt ber Baxê Nalî, daxuyaniyek ji aliyê Endama Desteya Însyatîfa Gel Sara Reza ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin dewleta Tirk bi van êrişên xwe hewil dide xaka Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hate kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk helwestên xwe nîşan bidin û ew ê weke gelên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê li qadan bin û çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Back to top button