Çalakiya greva birçîbûnê li zindanan 79 roj li pey xwe hişt

Berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêber Apo a li girtîgehên Tirkiyê ket roja 79’an
Girtiyê azadiyê yê bi navê Mehmûd Yildiz li Îzmîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, çalakiyek fedayî pêk anî.
Bi heman armancê, li Mexmûr û Yûnanistanê çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin.

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye, di roja 79’yemîn de didome.

Çalakvana greva birçîbûnê Cîhan Zamûra banga xurtkirina çalakiyan kir

Çalakvana greva birçîbûnê Cîhan Zamûra ku 150 sal ceza lê hatiye birîn jî li dijî tecrîd û binpêkirina mafan banga xurtkirina çalakiyan dike.

Cîhan bi rêya telefonê ji dayika xwe re axivî û têkildarê rewşa xwe de wiha got:

Li dijî girtiyên di Grevên birçîbûnê de, kirinên bê mafî tê kirin.

Pêwîste ji her alî ve ji bo çalakiyê piştgirî bê dayîn, dem dema azadiyê ye.

Pêwîste em êdî rabin ser piyê xwe û hemû dayikên girtiyan tevlî çalakiyan bibin.

Li Mexmûr û Yûnanistanê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin

Li wargeha Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 58’emîn de didome.

Her wiha çalakiya li Yûnanistanê jî ev 41 roj in dewam dike.

Di rojnameyên Îngîltereyê de reklama ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî’ hat dayîn

Li Îngîltereyê jî xebatên sendîkayên ku nûnertiya bi mîlyonan karkeran dikin yên li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Abdulah Ocalan kampanya Ji Abdulah Ocalan re Azadî dane destpêkirin, didome.

Kampanya ji aliyê 14 Sendîkayên netewî yên nêzî 6 mîlyon karkeran temsîl dikin, berdwam dike.

Di rojnameyên Daîly Mirror, Brentwood Recorder û Wood and Wale yên Îngîltereyê reklama ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî’ hat dayîn.

Back to top button