“Desthilat bi van kirinan serdema Baas dubare dike”

Şermezarkirina biryara Dadgeha Hewlêrê, her diçe mezintir dibe. Mafnas Umêd Ibrahîm da xuyakirin ku şêwazê darizandina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê, berovajî qanûnê ye. Oldarê bi navê Kawe Şefîh jî bang li dadwer, çalakvan û oldaran kir ku li dijî biryarên wiha, helwest û bertekan nîşan bidin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi çewisandin û binpêkirina azadiya derbirandinê, serdema Baas êdî zindî dike.

Bi behaneyên derew û angaştên têkbirina aramiya herêmê, mafxwaz û azadîxwazan diavêjin binê girtîgehan.

16 vê mehê bi tawana sîxurî û hewldana têkbirina ewlehiyê, cezaya zindanê heya 6 salan li 2 rojnamevan û 3 çalakvanên herêma Behdînanê hate birîn.

Şermezarkirina biryara Dadgeha Hewlêrê, li Başûr û seranserî Iraqê roj bi roj berfirehtir dibe.

Şêniyên Raperînê jî nerazîbûn anîn ziman.

Mafnas Umêd Ibrahîm di vê derbarê de da xuyakirin ku şêwazê binçavkirina cezakiriyan, berovajiyê zagonê ye.

Umêd Ibrahîm anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê “qaşo demokratîk û jiyana hevbeş heye”, biryarên nesincî yên bi vî rengî, li gel raya giştî mitirsiyeke ciddî daye der.

Oldar Kawe Şefîh jî dibêje:

“Girtin û biryarên cezakirinê, nebûna dadgehê nîşan dide.

Ne tenê dadgeh, mixabin tevahî sazî û dezgehên herêmê li jêr bandora partiyan e.

Li ser tabeleya hemû dadgehan “Em civakeke Musilman in, pêwîst e dadwerî, maf û rastî tê de hebin” nivîsandî ye.

Lê ev gotin tenê xumava li ser kaxezê ye.

Rexnekerên desthilatê dema ku devê xwe bi rexneyekê vedikin, tên çewisandin.”

Kawe Şefîh da zanîn ku di serdema Baas de xelk bi tawanên cuda cuda û derew dihatin girtin û darizandin, heman rêbaz îro li Başûrê Kurdistanê dubare dibe, lewre divê dadwer, çalakvan û oldar li dijî biryarên wiha, helwest û bertekan nîşan bidin û dadgehan vegerînin rêya rast.

Li Başûrê Kurdistanê ti roj nîne ku dîmenê girtin serdegirtina malan nayê dîtin. Desthilat da ku rastiyên hevkariya xwe ya digel Tirkiyê veşêre, keleman datîne ber tevgera rojnamegeriyê. Jixwe ev yek, bi rênedana vekirina şaxekî televîzyona me Ronahî û astengkirinên hin kanalên din ên li wir jî, eşkere dibe.

Back to top button