Dewleta Tirk ji bo rewakirina dagirkeriyê berî daye çapemeniyê

Dewleta Tirk tevî sûcên dermirovî jî, niha hewl dide bi rêya çapemeniyê rastiyê berovajî bike. Herî dawî kenala “TRT World” a ku weşana xwe bi zimanê Ingilîzî dike, raporek belva kir û tê de dibêje ku Êzidiyên li Efrînê beriya dagirkirinê, bi awayekî zehmet dijiyan û bi hatina dewleta Tirk re, ew rizgar bûn. Êzidiyên Efrînê jî bertek nîşan da û diyar kir ku Rapora “TRT World” dûrî rastiyê ye. 

Dezgehên çapemeniyê yên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, hewl didin dagirkirin û sûcên li bajarê Efrînê yê dagirkirî rewa bikin û Rêveberiya Xweser reş bikin.

Malpera “TRT World” ku bi zimanê Ingilîzî weşanê dike, di 25’ê Sibatê de nivîsek tevî dîmenan belav kir û tê de got ku Êzidiyên li Efrînê, berê gelek caran neçar diman ku ji bajarê xwe derkevin û idia kir ku kêmnetewên li wir, bi hebûna hêzên Tirkiyê di ewlehiyekê de dijîn.

22’yê Çileya borî jî, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, gefa êrîşan li Şengalê xwaribû, bi vê yekê jî eşkere dibe ku dewleta Tirk her tim li dijî gelê Kurd dixebite.

Têkildarî vê mijarê, Êzidiyên ku ji Efrînê koçber bûne ev rapor şermezar kir û teqez kir ku ti rastiya wê tune ye.

Êzidyên Efrînê: Rapora “TRT World”dûrî rastiyê ye

Hevserokê Yekîtya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nabo diyar kir ku propagendên dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk a dagirker dereweke mezin e.

Het wiha endama Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Orîvan Menan jî bal kişand ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî perestgeh û cihên pîroz ên Êzidiyan û da zanîn ku ew neçarî fêrbûna zimanê Tirkî dibin û bi darê zorê wan dikin Misliman.

Der barê heman mijarê de, endamê Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Ebdulrehman Şêkir jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike.

Şêkir bang li civaka navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk rawestîne.

Back to top button