Paşînyan: Ger mixalîf hinek şertan qebûl bike em ê herin hilbijartina pêşwext

Xelkê Ermenîstanê binkeftina xwe ya li herêma Qerebax ya Çiyayî napejirînin. Ev yek ji dihêle her roja derbas dibe hêrsa li dijî serokwezîr Paşînya ku weke sedema binkeftinê tê nîşandan jî zêde bibe.

Li paytext Êrîvanê alîgirên Paşînyan û dijberên wê bi 2 çalakiyên girseyî li qadan bûn. Bi dehezaran kolanên Êrîvanê bi sloganan hejandin. Paşînyan got, ger mixalîf hinek şertan qebûl bike ewê herin hilbijartina pêşwext.

Li Ermenîstanê atmosfera aloz ya li welat qet kêm nabe.

Doh li paytext Êrîvanê 2 xwepêşandanên girseyî pêk hatin.

Li aliyekê alîgirên Serokwezîr Nîkol Paşînyan û li aliyê din jî mixalîf.

Çalakiya yekem li ser banga Nîkol Paşînyan bi wesîleya salvegera tepisandina çalakiyên şermezarkirinê yên 1’ê Adara 2008’an e pêk hat.

Paşînyan ku di mitînga li ser banga wî pêk hatî de axivî û got:

Ger mixalîf hinek şertan qebul bike ewê bipejirîne ku hilbijartina pêşwext pêk were.

Paşînyan diyar ku ger hinek kom li parlamanê îstifa bikin wê li cihê wan komên din werin diyarkirin û bi vê yekê ji dixwaze rê li ber hilbijartina pêşwext bigre.

Paşînyan yê li qadeke Êrîvanê anî ziman ku ewê biçin hilbijartinê û wê bibînin ku gel kê dixwaze.

Li aliyê din mixalîf di îstifakirina serokwezîrê welat Paşînyan de israr dikin.

Ermenîstana ku xwedî 3 milyon niştecihî ye ji 2018’an ve di bin rêveberiya Nîkol Paşînyan de ye.

Piştî artêşê daxwaza îstifaya Paşînyan kir, serokwezîrê welat ev yek bi darbeyê binav kir û bang li alîgirên xwe kir ku dakevin qadan.

Piştî şerê li herêma Qerebax a Çiyayî û pêde li welat alozî zêde bûye û betekên li dijî serokwezîr gihişt asta herî jor.

Ji wê demê ve milxalîf li dijî Paşînyan xwepêşandanan lidar dixin û daxwaza îstifaya wî dikin.

Doh jî komek ji mixalîfan êrîşî avahiya hikumetê kiribû.

 

Back to top button