Peymana hevkariya berfireh ya navebra YE û Ermenîstanê ket meryetê

Peymana hevkariya berfireh ya navbera Ermenîstan û YE de ku 2017’an hatibû îmzekirin bi awayekî fermî ket meryetê.

Tevî zextek zêde ya mixalîfê li dijî serokwezîrê Nikol Paşînyan ya ji ber bikeftina li herêma Çiyayî ya Qerebaxê gavek girîng hate avêtin.

Di navbera Ermenîstan û YE de di warê siyasî û aborî de lihevkirinek pêk hat.

Peymana navbera aliyan ku 2017’an de hatibû îmzekirin bi awayekî fermî doh kete meryetê.

Mijarên peymanê jî;

Serdestiya qanunê, mafê mirovan, derfetên kar, parastina civakê, hawirdor, perwerde û gelek xalên din digre nava xwe.

Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (AGÎT) ji bo çareseriya pirsgirêka li herêma Qerebax a Çiyayî jî işaret bi koma Minsk ê hate kirin.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkaya Parastin û Karê derve yê YE Josep Borrell jî ragihand ku bi ketina meryetê ya peymanê re di nava Ermenîstanê de nişaneyek xurt ya reformê tê dîtin.

Borrell diyar kir ku bi peymanê re wê Êrîvan gelek zoriyan derbas bike.

Back to top button