KCK: Nêzîkatiyên PDK’ê di nava Kurdan de dibe sedema nerazîbûnê

Nerazîbûnên li dijî PDK’ê ku siyasetmedarê Kurd Omer Bartan radestî dewleta Tirk a dagirker kir, zêde dibin.
Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê radestkirina siyasetmedarên Kurd yên bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK’ê da.
KCK’ê got, “Dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li dijî Kurdan re dike û armanca xwe qirkirina Kurdan e. Ev nêzîkatiyên PDK’ê di nava gelê Kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin.”
KCK’ê bang li PDK’ê kir ku dest ji vê helwesta xwe berde.

PDK’ê siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ku 19 mehan di zîndanê de girt, di 28’ê Çileyê de bi awayekî çav girêdayî û dest kelepçekirî radestî dewleta Tirk a dagirker kir.

Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê radestkirina Omer Bartan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin ku têkiliya PDK’ê ya bi Tirkiyê re zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

KCK’ê got, ”

“Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ji ber ku bi hinceta karên xwe yên siyasî yên li Tirkiyê hate darizandin û cezakirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Omer Bartan li şûna Ewropayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Bi vî rengî nexwest ji welatê xwe derkeve. Lê belê li Başûrê Kurdistanê li rewşeke wisa rast hat ku ne li bendê bû. PDK car carna ji bo dilê Tirkiyê xweş bike siyasetmedarên Kurd radest dike. Kiryarên bi vî rengî Kurdan hemûyan diêşînin.”

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike û da zanîn li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her roj bi dehan siyasetmedarên Kurd tenê ji ber ku azadî û mafên bingehîn ên gelê Kurd diparêzin, tên girtin.
KCK’ê wiha dewam kir,

KCK: Divê PDK dest ji vê helwesta xwe berde û siyasetmdarên Kurd radest neke

“Omer Bartan jî bi van hincetên pûç ji aliyê dadgehên dewleta Tirk a mêtinger qirker ve hatibû cezakirin. Radestkirina siyasetmedarekî bi vî rengî ji bo Tirkiyê, tê wê wateyê ku PDK hincetên dewleta Tirk ên ji bo girtina Kurdan dipejirîne.”

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re zerarên mezin didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

KCK’ê da zanîn PDK bi radestkirina siyasetmedaran ji bo Tirkiyê, destekê dide dewleta Tirk û diyar kir, gelek endam û şervanên PKK’ê yên ku ti eleqeya xwe bi PDK’ê re nîne tên girtin û bi salan li zindanan tên hiştin û got,

“Lê belê, sîxurekî ku destê xwe ketiye xwîna gerîla yan jî cihên gerîla ji dewleta Tirk re radigihîne, dema ku tê girtin, PDK yekser dixwaze bê berdan. Ev nêzîkatiyên PDK’ê di nava gelê Kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin. Divê PDK dest ji vê helwesta xwe berde, ti siyasetmedar û şoreşgerekî Kurd radestî dewleta Tirk neke.”

Back to top button