Du kesên çekdar sivîlek li bakurê Dêra Zorê kuşt

Du kesên çekdar li ser motorsikletekê bi demançeya bêdeng sivîlek li pêşiya mala wî kuşt, lê herdû kesên çekdar ji aliyê şêniyek û birayê kesê kuştî hatin kuştin.

Li gorî ajansa ANHA’ê du kesên çekdar ku li ser motorsikletekê bi demançeya bêdeng sivîlê bi navê Qasim El-Eftan ê ji bajarokê Xeşam li pêşiya mala wî kuşt.

Lê şênîyek bûyer dît û li pey herdû kesên çekdar ket û bi riya erebeya xwe pêl wan kir.

Yek ji çekdaran di cih de hat kuştin û yê din piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê mir.

Li gorî ANHA’ê, herdû kesên çekdar ji bajarokê Merat in û ji şaneyên terorîst ên girêdayî hikumeta Şamê ne.

Back to top button